• Tuesday, 03 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî, Konferanseke Navdewletî ji bo nasandina jenosîda Kurdan dest pê kir

Gulan Media October 28, 2025 Nûçe
Bi amadebûna Serok Barzanî, Konferanseke Navdewletî ji bo nasandina jenosîda Kurdan dest pê kir

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro 28ê Cotmehê li Dihokê, pêncemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya hevbeş a Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Tenduristiyê dest pê kir.

Konferans di bin navê "Belgekirina Zanistî ya Tawanên Enfalê û Gorên Bikomî, ber bi Naskirina Navdewletî ya Jenosîda Gelê Kurd" ve tê lidarxistin. Armanca sereke ya konferansê komkirina belge û lêkolînên zanistî ye ji bo ku van tawanan li qada navdewletî weke jenosîd bidin naskirin.

Lêkolîn û gotûbêjên konferansê dê li ser çend mijarên serekî û girîng bisekinin, ku ev in:

- Antropolojiya bijîşkiya dadwerî.

- Naskirina doza jenosîda Êzidiyan.

- Lêkolînên li ser gorên komî.

- Rola DNAyê û naskirina genetîkî ya qurbaniyan.

-Aliyên yasayî yên tawana jenosîdê.

- Bandorên çekên kîmyewî li ser gelê Kurd.

- Metodên belgekirina jenosîdê.

  • Encamên derûnî û civakî yên jenosîdê û trawmayên piştî Enfalê.

K24

Top