Mistefa Kazimî ku tê çaverêkirin bibe serokwezîrê Iraqê kî ye?
Kazimiye ku navçeyeke binavûdeng û ta radeyekê dewlemend e jî li Bexdayê, tê çaverêkirin ku kesek ji rûniştvanên wê navçeyê ye bigihije ser kursiya desthilatê û bibe şeşem serokwezîrê Şîe yê Iraqê piştî sala 2003an.
Ev der taxa Niwab e li navçeya Kazimiye, 53 sal berî niha li vê malê Mistefa Kazimî ku niha hatiye raspardin bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, ji dayîk bû. Li gor gotina xelkê vê navçeyê, Kazimî her ji zarokatiyê ve hezkirin û xewna wî ya bo desthilatê hebûye û her tim pêşengê zarokên vê navçeyê bûye.
Navê wî, Mistefa Ebdulletîf Mişet Xerîbawî ye û di binerate de xelkê Şetireya parêzgeha Zîqarê ne. Bavê wî Teknîker û Çavdêrî Hunerî bûye û ji ber girîngîpêdana karê xwe sala 1963an bi yekcarî hatiye Bexdayê û 4 sal piştî hatinê, Kazimî ji dayîk dibe.
Ehmet Meşat, 78 sal derbas kirine û dema ku malbata Kazimî hat, temenê wî 11 sal bûye û ew a ku derbarê Kazimî de tê bîrê dibêje.
Ehmed Meşat, dibêje, “Kesekî bi coş bûye, ji ber ku ew ên ku dihatin vê derê bi coş bûn di aliyê ol û aliyê mezhebî de, Kazimî jî dema ku xwendekar bû li lîseyê, gelek bi tevger bû û her vê jî wisa kir nekarî li Iraqê bimîne û koçberî derve bû û li wê derê karê rojnamevanî dikir û kesekî zîrek û lêhatî bû.
Kazimî qonaxa lîseyê li vê dibistanê temam kir, lêbelê li şûna biçe zanîngehê, di temenê xwe yê 18 salî de, bi rêya Herêma Kurdistanê, xwe digihîne Ewropayê û li Almanyayê û paşê li Brîtanyayê bicih dibe.
Li derve weke rojnamevan û opozîsyonekî Sedam hevkariya aliyên Şîe kiriye. Nivîskar e û ‘Pirsa Iraqê û Aştî Di navbera Rabirdû û Dahatûyê de’ ji girîngirtirîn pirtûkên wî ye.
Piştî rûxana Beasê vedigere Iraqê. Di temenê 45 salî de li zanîngeheke taybet Beşa Hiqûqê temam dike û ta sala 2016an ku dibe Serokê Dezgeha Îstîxbaretê, li ser karê rojnamevanî berdewam dibe.
Hevrêyên wî, wî weke kesekî hêmin û li ser xwe pênase dikin.
Nîbras Memurî, Seroka Korbenda Jinên Ragihandinkar, diyar dike, “Zilamekî gelek li ser xwe ye, kêm diaxive, her tim bi ken e. Dema guftugoyekê dike, guh dide yê li hember xwe û wisa minaqeşe dike. Ev karekî gelek baş e, kêm kesayetiyan ev sîfat tê de hene. Ez pişta xwe bi peywendiyên wî yên serkevtî girê didim. Di ware dîplomasî û peywendî de, bi her deh pêçiyan bo mor dikim ku gelek serkevtî ye.”
Kazimî zewicî ye û du zarokên wî hene. Her çiqas kesekî bêalî tê binavkirin jî, lêbelê zavayê Mehdî Elaqî, Serkirdeyê Hizba Dewa û Emîndarê Giştî yê berê yê Encûmena Wezîran a Iraqê ye. Du ji birayên wî pileya şêwirmendiya serokwezîriyê hebûye û ew bi xwe jî ji serdema Ebadî ta niha Serokê Îstîxbareta Iraqê ye.
Rudaw
