• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serok Barzanî Pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Kir

Gulan Media October 27, 2025 Nûçe
Serok Barzanî     Pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Kir

Îro 26.10.2025, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir.

Di civînê de ku Maxim Rubin, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasî, guhertin, geşedan û astengiyên li Iraqê û li herêmê hatin nîqaşkirin. Herwiha, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û lihevkirina dawî ya di navbera her du aliyan de derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin û girîngiya berdewamkirin û pêşxistina vê lihevkirinê bi girîng hat nirxandin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê ya pêşerojê, encam û gavên piştî vê pêvajoyê û nêzîkbûna aliyên siyasî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî piştgiriya xwe ji bo hilbijartinên di rewşeke azad û demokratîk de dubare kir û tekez kir ku divê encamên hilbijartinan bibin pîvanek ji bo avakirina hikûmeteke federal a bihêz li ser bingeha destûra herdemî ya Iraqê û bi beşdariya hemû pêkhate û aliyên siyasî.

Têkiliyên di navbera Rûsya û Iraq û Herêma Kurdistanê de û pêşxistina wan têkiliyan beşeke din a vê hevdîtinê bû.

 

Basnews

Top