Serokê şaredarî ya (Kurdistana biçûk) a Emerîka bi maska ala ya Kurdistanê derket
Teibîr Sindî, Sekiretêra Civata Kurdên Naşfêl, derbarê wê pêngava serokê şaredarî ya Naşfêlê, bi Kurdistan 24 ragehand: Bi rastî serokê şaredarîya Naşfêl, wek hevsozî bo revenda Kuristanî li wî bajêrî ev mask bikar hînaye, çunku li Naşfêl rêjeya tûşbûyên Vayrosa Koronayê li cihên Kurd têde ne zêdetire ji cihên din.
Serokê şaredarî ya Naşfêl li meha Çirîna Yekem a sala 2019yê jî wek piştîvanî û hevxemî li gel revenda Kurdistanî li wî bajêrî, pirek û avahîya dadgeha bajêrî bi ala ya Kurdistanê nexşandibû. Ev jî wek nerazîbûnek bû li beranber serokê Emerîka, ku di wê demê de biryara vekişana hêzên Emerîka li Rojavaya Kurdistanê dabû.
Wîlayeta Tênsî hejmara rûniştvanên wê 6 milyon û 829 hezar kese. Ji evê hejmarê 692 hezar û 587 kes li bajarê Naşfêl akincî ne. di wê wîlayetê de Komarî bêtir bala destin, lê şaredarîya Naşfêl di destê Demokratan deye.
Bajarê Naşfêl, bi Kurdistana Biçûk dihêt nasîn û li gor datayên nefermî bêtir ji 10 hezar hevwelatîyên Kurd li wê wîlayetî dijîn.
Heya niha li wîlayeta Tênsî, nêzîkî 14 hezar kes tûşî Vayrosa Koronayê bûne û 219 kes jî mirine. Li bajarê Naşfêl jî nêzîkî 3 hezar kes tûşbûn e û 35 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Her di çarçoveya giringîdanê bi revenda Kurdistanî li bajarê Naşfêl, li meha Kanûna Dûyem 2019, desteya rêveberîya xwîndingehên giştî yên mîtro ya ser bi bajarê Naşfêl, biryar da bi fermî zimanê Kurdî bixe di nav pirograma xwîndingehan de. Piştî biryarê jî, Beyan Samî Ebdulrehman, nwênera hikumeta Herêma Kurdistanê li Emerîka peyamek belav kir û têde ragehand: Biryareka giringe bo hezaran Kurdên wî bajêrî.
K24
