Mezintirîn naxweşxaneya taybet bi koronayê li Hewlêrê hat girtin
Rêvebirê Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Botan EbdulQadir ji Rûdaw re ragihand, îro Sêşemê nexweşê herî dawîn ê koronayê li Nexweşxaneya Rizagrî, ji nexweşxanyê derket û bo mala wî hate şandin.
Botan EbdulQadir diyar kir, ji dema taybetkirina nexweşxaneya wan bo nexweşên koronayê ve, wan di mehekê de 91 nexweş çareser kirine.
Rêvebirê Nexweşxaneya Rizgarî herwiha dibêje, piştî paqijkirina nexweşxaneyê, di demeke nêzîk de, ew dê dest bi karê xwe yê asayî bikin.
Li bajarê Hewlêrê ku 209 nexweşên koronayê lê hebûn, 173 kes baş bûne û bi tenê nexweşekî jiyana xwe ji dest daye.
Li Hewlêrê, 3 nexweşxaneyên Pêşmerge, Imaratî û Rizgarî bo nexweşên koronayê hatibûn taybetkirin, niha ne li nexweşxaneya Pêşmerge û ne jî li ya Rigzarî ti nexweşên Corona nemane û tenê Nexweşxaneya Îmaratî xizmeta nexweşên vê vîrusê dike.
Rudaw
