Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Heme Ezîz peyamek sersaxiyê belav kir
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê kevin Heme Ezîz peyamek sersaxiyê belav kir.
Roja 25.10.2025ê Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir û ragehand: Mixabin min nûçeya koça dawî ya hevalê tekoşer û Pêşmerge Heme Ezîz bîhîst. Heme Ezîz di Şoreşa Îlonê de li Polîtburoyê û piştre jî li Baregayê Barzanî berpirsê rêveberiyê bû. Ji bo doza gelê Kurdistanê temenê xwe ji bo xizmetkirin û xebt û tekoşînê veqetand û di vê rêyê de westandinekî mezin jiyan kir.
Di peyama xwe de Serok Barzanî ragehand: sersaxiyê ji malbat, xizm, heval, dost û nasên Heme Ezîz ê xwedê jê razî û hemû heval û hevçeperên wî dikim û xwe şirîkê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê dide hemû aliyekî. Inna lillahi wa inna ilaihi raciûn
