• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê projeyeka din li Hewlêrê vedike

Gulan Media October 26, 2025 Nûçe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê projeyeka din li Hewlêrê vedike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) saet 15:00 dê projeyeka çandinî û xwedîkirina caneweran li parêzgeha Hewlêrê veke.

Ew proje li ser rûberê 357 donimên erdî li bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin û gelek warên girîng vedigire, ku bi awayekê berçav dê sektora çandiniyê û ewlehiya xwarinê li Herêma Kurdistanê pêşve bibe.

Taybetmendiyên wê projeyê:

-         Şiyanên hewandinê: Ev proje dikare 50 hezar serên caneweran di yek demê de bihewîne û xwedî bike.

-         Serbirxaneya Pêşkeftî: Serbirxaneyeka pêşkeftî li ser rûberê heşt doniman heye, ku dikare her rojê du hezar caneweran li gorî standardên navneteweyî û saxlemiyê serjê bike.

-         Berbazarkirin û berhemên pîşesaziyê: Ew proje ne tenê ji bo serjêkirinê ye, lê kargehên qudîkkirin û çêkirina berhemên goştî yên wekî hamburger û sosican jî vedigire, ku ji bo berbazarkirina berhemên navxweyî pêngaveka girîng e.

  •         Cîgira meydana kevin: Bi vekirina vê projeyê re, meydana kevin a canerwerfiroşan namîne û hemî kesên ku karê kirîn û firotina caneweran dikir dê cihekê pêşkeftî û birêkûpêk li wê derê werbigirin.

K24

Top