• Friday, 06 February 2026
logo

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan: Li Serê Kaniyê ciwanekî kurd ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin

Gulan Media October 25, 2025 Nûçe
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan: Li Serê Kaniyê ciwanekî kurd ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin

Li Serê Kaniyê ciwanekî Sûrî yê ku hewl dida bi awayekî "qaçax" derbasî Tirkiyê bibe, bi guleyên cendirme û leşkerên Tirk hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR), ciwanê ku canê xwe jidest daye, xelkê bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrezorê ye. Qaçaxçiyên ser bi koma "Ceyş el-Îslam" (Artêşa Îslamê) ya di nav Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de, piştî ku ew ciwan li nêzîkî sînor hiştine, rasterast bûye armanca guleyan.

Rewangehê herwiha da zanîn, di 5'ê vê mehê de jî leşkerên Tirk li nêzîkî gundê Silûk ê rojavayê Girê Spî êrîşî şeş ciwanan kiribûn ku hewl didan derbasî Tirkiyê bibin. Li gorî çavkaniyan, têkilî bi du ciwanan re qut bûye, lê çarên din rastî îşkenceyê hatine, pere û telefonên wan ji wan hatine standin û piştre ew hatine dersînorkirin.

 

Rudaw

Top