Aram Mihemed Qadir: Eger rewşa tendirustî baş be 16ê mehê xwendin wê dest pê bike
Êvara îro roja duşemê 04.05.2020an Wezîrê Xwendina Bilind Aram Mihmed Qadir ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser Facebokê xwe amaje bi wê yekê kiriye ku bi başbûna rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê û ligorî raporta Wezareta Tendirustî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku arasteyî wezareta wan hatiye kirin, di pilana wan de ye 16ê vê mehê û piştre xwendina asayî a nav zanîngehên Kurdistanê dest pê bikin.
Herwiha Aram Mihemed Qadir da zanîn eger ti pirsgirêkek tendirustî dernekeve dê qonax bi qonax bikaribin jiyana zanîngehan asayî bikin.
Di berdewamiyê jî de Aram Mihmed Qadir encûmena wezareta wan di nêzîktirîn derfet de dicivin û biryara yekalîker didin.
Basnews
