ALMANYA - Jineke DAIŞî bi tohmeta kolekirina keçeke Kurdên Êzidî hat dadgehîkirin
Omeyma Ebdî îro li Hamburga Almanyayê bi tohmeta kolekirina keçeke 13 salî ya Kurdên Êzidî bo DAIŞê li Sûriyê, derket pêşberî dadgehê.
Parêzerê wê ji jina DAIŞî Tariq el Obeyd dibêje, heta niha baş zelal nîne ka bi çi tê tohmetbarkirin û diyar dike, “lê bêguman diyar e, keseke sêyem koleyek hebû û hatiye di mala tohmetbarê de demeke kurt li gel tohmetbarê maye. Ji vê zêdetir nebûye.”
Lêbelê Dozgerê Giştî yê Almanyayê ji wê tawanê piştrast e ku ew jin bi 3 zarokên xwe ve çûye û beşdarî nav DAIŞê bûye.
Serdozgerê Giştî yê Almanyayê Helmut Grauer, aşkere dike ku di gilînameya îro hatiye pêşkêşkirin de, ew jina tohmetbar meha Çile ya sala 2015an li gel 3 zarokên xwe ku temenê wan kêmtir e ji 18 saliyê, ji Almanyayê derketiye û çûye Sûriyê û beşdarî nav DAIŞê bûye.
Helmut Grauer dibêje, “Weke hevjîna çekdarê wê rêxistinê, bi hizra vê organîzasyonê zarok perwerde kirine û beşdar e di kolekirina keçeke 13 salî ya Êzidî de. Herwiha çekeke kilaşîkkof hebûye û di înternetê de propaganda bo wê rêxistinê kiriye.”
Çîçek Yildiz, endama Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, gazindên xwe tîne ziman ku civak û şareza û pirsporên Kurd weke pêwîst li van cure dozan xwedî dernakevin û dibêje, “eger gelê Kurd li pey vê doze nameşe û pê ranebe, kesek vî barî nagire ser xwe. Rast e em hemwelatiyên vî welatî ne lê divê em li pişt van dozan bisekinin.”
Rojnamevan Jenan Moussa ku hilgira yekem xelatê Şîfa Gerdî ya Cîhanî ye, egera aşkerebûna tevlîbûna Omeymayê bo DAIŞê bû.
Omeyma Ebdî ya endama DAIŞê sala 1984an li Hamburga Almanyayê ji dayîk bûye û jibilî Almanyayê hemwelatiya Tunisê ye jî.
Rudaw
