• Monday, 09 February 2026
logo

Ahmet Şik ji HDPê îstîfa kir

Ahmet Şik ji HDPê îstîfa kir
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ahmet Şik, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kir wî ji partiya xwe îstîfa kiriye.

Îro roja duşemê 04.05.2020an Ahmet Şik ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser Twîtterê belav kir û ragihand ku wî ji HDPê îstîfa kiriye. Herwiha derbarê sedema îstîfaya xwe jî Ahmet Şik ragihandiye ku biryara wî şexsî ye û hêviya xwe derbirî ye ku bawerî bi ti teoriyên komployê neyê anîn. Di berdewamiyê jî de Ahmet Şik aşkere jî kiriye ku wî roja 1ê Nîsanê biryara xwe ya îstîfayê pêşkêşî partiya xwe kiribû û îro ew biryara wî bûye fermî.

Ahmet Şik di dewama daxuyaniya xwe de Ahmet Şik rexne li rêveberiya HDPê jî kiriye û gotiye wî ji ber “helwesta serdest a li nav rêveberiyê ku dûr e ji demokrasî, hêz, wate û nirxên HDPê” biryara îstîfayê daye.HDPê derbarê îstîfaya parlamenter Ahmet Şik de daxuyaniyek belav kir.

Ali aliye din HDPê jî derbarê îstîfaya Ahmet Şik daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew biryareke şexsî ya Ahmet Şik bi xwe bûye û wê HDPê li ser karên xwe berdewam be.

Basnews
Top