• Tuesday, 03 February 2026
logo

Hewlêr… Foruma Mafên Mirovan dê xebata hevbeş a hikûmet û saziyan pêşkêş bike

Gulan Media October 23, 2025 Nûçe
Hewlêr… Foruma Mafên Mirovan dê xebata hevbeş a hikûmet û saziyan pêşkêş bike

 Ji bo pêşkêşkirina encamên xebata hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên mafên mirovan de bi rêxistinên navneteweyî re û ev foruma cîhanî ku kar li ser tê kirin ji bo bicîhanîna Platforma Mafên Mirov roja Pêncşemê 23ê Cotmeha 2025an li Hewlêrê konferansek li ser pêkanîna plana Hikûmeta Herêmê bo Mafên Mirovan hate lidarxistin.

Ev plan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha welatên endam ên Foruma Mafên Mirovan û Konseya Mafên Mirovan a Navneteweyî tê de beşdar in.

Ji bilî pêşkêşkirina çend semîneran di çarçoveya planên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo xizmetên mafên mirovan de, dê planên pêşerojê jî werin nîqaşkirin.

Di destpêka konferansê de Koordînatorê Spardeyên Navneteweyî Dîndar Zebarî, got: "Destkeftiyên sereke yên Plana Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê di navbera salên 2021 û 2025an de avakirina 47 nûnertiyên wezaret, sazî û komîteyên peywendîdar û pêşkêşkirina 109 raporan ji ajansên navneteweyî re bûn.

Herwaha got: "Di vê heyamê de, me kar kiriye ji bo zêdetirî 175 daxuyanî û beyaname hatine weşandin, ku polîtîkayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên rêveberî û mafên mirovan de rave dike, 10 raporên analîzê yên giştî hatine amade kirin da ku pêşketina di bicîhanîna Plana Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê de binirxîne û 12 dewreyên perwerdehiyê û atolyeyan li gel saziyên peywendîda ên hikûmetê, konsoloxane û saziyên Netewên Yekbûyî (NY) û ji bo rol wergirtin di helsengandina wan 364 pêşneyarên ku ji aliyê 96 welatan ve di 18emîn Panorama Cîhanî ya Mini de hatine pêşkêş kirin.

Zebarî her wiha got ku NY roleke girîng lîstiye da ku piştrast bike ku vîzyon, pirsgirêk û destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di helwesta neteweyî ya Iraqê de hatine nîşandan. Ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê: %75ê pêşniyarên peywendîdar hatine bicîhanîn. Di derbarê mafê jîngeheke paqij de, %83.3 pêşniyaran hatine bicîhanîn, û ji bo mafê koçberên navxweyî jî, %80 pêşniyaran hatine bicîhanîn. Bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişber û psîkotropîk: 53 pêşniyar hatine bicîhanîn, û 73 pêşneyar jî di qonaxa bicîhanîn de ne.

 

Basnews

Top