• Wednesday, 04 February 2026
logo

Fuad Husên: Îraq û Tirkiye dê li ser avê peymanekê îmze bikin

Gulan Media October 23, 2025 Nûçe
Fuad Husên: Îraq û Tirkiye dê li ser avê peymanekê îmze bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê ji bo îmzekirina peymaneke derbarê mijara avê Bexdayê ziyaret bike.

Fuad Husên her wiha got ku Bexda li bendê ye ku Enqere zêdetir avê berde.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên 10ê Çiriya Pêşîn Enqere ziyaret kiribû û bi rayedarên Tirkiyeyê re civiyabû.

Di şandeya wî de rayedarên avê yên Îraqê jî hebûn.

“Em dê peymanekê îmze bikin”

Fuad Husên derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û got, "Em gihiştin têgihiştinekê ku ew di heyama 50 rojan de hinek avê berdin ser Çemên Ferat û Dîcleyê.

Ji ber ku tê pêşbînîkirin ku piştî 50 rojan zivistan dest pê bike, baran û berf bibare û rewş biguhere.

Lê me li ser mijara ku dê av çawa bê birêvebirin, têgihiştineke demdirêjtir jî bi dest xist.

Me bi hikûmeta Tirkiyeyê û kompanyayên Tirkiyeyê re li hev kir ku ew ava li Îraqê bi rê ve bibin.”

Wezîrê Karên Derve da zanîn ku ew dê peymanekê jî îmze bikin û got:

“Dema ez vegeriyam, ez li bendê me ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan were Îraqê û em bi hev re vê peymanê îmze bikin.”

Peyman, stratejiyên sereke yên têkildarî birêveberiya avê li xwe digire.

Karên wekî avakirina bendavan li Îraqê, ji nû ve bikaranîna ava qirêj, komkirina ava baranê, birêveberiya ava bin erdê û parzûnkirina ava deryayê dê ji aliyê kompanyayên Tirkiyeyê ve bên kirin.

Tirkiye dê zêdetir avê berde

Her wiha Tirkiye dê heta 50 rojan zêdetir avê berde Îraqê.

Piraniya ava Îraqê bi rêya Çemên Dîcle û Feratê tê lê belê projeyên mezin ên bendavan ên Tirkiyeyê, di nav de Projeya Başûrêrojhilatê Anadoluyê (GAP), herikîna avê ya ber bi Îraqê ve bi awayekî berbiçav kêm kiriye û ev yek dibe sedema ziwabûn, çolbûn û têkçûna jîngehê.

Her çend qeyrana avê ya Îraqê ji ber guherîna avhewayê, kêmbûna baranê, birêveberiya lawaz a çavkaniyan û bendavên ku Tirkiye û Îranê li ser çeman çêkirine be jî nebûna peymanên berfireh ên parvekirina avê bi van cîranan re, Îraqê li hemberî kiryarên yekalî yên ku gefê li ewlehiya avê dixwin, bêparastin dihêle.

 

Rudaw

Top