• Thursday, 05 February 2026
logo

Li ser biryara Serokê Hikûmetê, nahiyeya Rizgarî ya Germiyanê bi fermî bû qeza

Gulan Media October 22, 2025 Nûçe
Li ser biryara Serokê Hikûmetê, nahiyeya Rizgarî ya Germiyanê bi fermî bû qeza

 bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22.10.2025, nahiyeya Rizgarî ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Germiyanê, bi awayekî fermî bû qeza.

Ev pêngava îdarî li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  hatiye avêtin û bi vê yekê bajarokê Rizgarî ji nahiye bû qezayê.

Li gor nivîseke fermî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, ev biryar xwe dispêre Fermana Herêmî ya hejmar (397) a roja 23'ê Îlona 2025'an û Fermana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hejmar (3811) a roja 12'ê Cotmeha 2025'an.

Bajarokê Rizgarî yek ji çar nahiyeyên ser bi qezaya Kelarê bû, ku dikeve nav sînorê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê. Li gor amarên sala 2020'an, hejmara rûniştvanên Rizgarî 44 hezar û 276 kes bû.

 

Basnews

Top