• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Gabarî xizmeteke zêde ya hunera Kurdî kiriye

Mesrûr Barzanî: Gabarî xizmeteke zêde ya hunera Kurdî kiriye
Gabarî berbanga îro koça dawî kir


Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Hunermendê navdar Seîd Gabarî ku ev jî tekesta vê ye;

Bo malbeta Hunermend Seîd Gabarî

Mixabin nûçeya koça dawî ya Hunermendê nîştimanperwer û navdarê Kurdistanê Seîd Gabarî gehêşte me.

Hunermend Seîd Gabarî xizmeteke gelek zêde pêşkêşî hunera Kurdî kiriye û bi rêya stiranên xwe roleke berçav ya bo piştgîrî kirina hêzên pêşmerge lîstiye.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta vî dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim rûhê vî bi cenetê şad bike û aramî bide kesûkar û dostên vî.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

4/5/2020

Top