• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Seîd Gabarî jiyana xwe bo xizmeta doza Kurd veqetand

Serok Barzanî: Seîd Gabarî jiyana xwe bo xizmeta doza Kurd veqetand
dibêje jiyana xwe bo xizmeta doza Kurd û hunera Kurdî veqetandibû
Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Hunermendê navdar yê Kurd Seîd Gabarî, ev jî tekesta peyama Serok Barzaniye;

Bi navê xwe dê mezin

Malbeta birêz ya Hunermend Seîd Gabarî

Mixabin nûçeya koça dawî ya Hunermendê Şoreşgêr û navdarê gelê Kurd Seîd Gabarî gehêşte me, ev Hunermend tevahiya jiyana xwe bo xizmeta hunera resen ya Kurdî û xizmet kirina doza gelê Kurd veqetandibû lewre wefata vî wendahiyeke mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta we ya têkoşer, tavahiya xizm, nas û Hunermendên Kurdistanê dikim û xwe bi hevparê xema ve dizanim.

Ji xwedê mezin daxwaz dikin rehmetî bixe ber dilovaniya xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan.

Mesûd Barzanî

4/5/2020
Top