• Tuesday, 03 February 2026
logo

Balyozê Tirkiyê ji ber serkeftina proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de pîrozbahî li Serokwezîr kir

Gulan Media October 21, 2025 Nûçe
Balyozê Tirkiyê ji ber serkeftina proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de pîrozbahî li Serokwezîr kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Cotmeha 2025an pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, ji bilî tekezkirina li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, pêşhat û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Tirkiyê pîrozbahî li Serokwezîr kir ji ber serkeftina proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de. Bi taybetî jî amaje bi "Projeya Ronakî", projeyên parastina jîngehê û "Kembera Kesk" û dabînkirin û gihandina xizmetguzariyên avê kir.

Di beşeke din a gotûbêjan de, behsa peymana sêalî ya ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hat kirin. Herdu alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e ev peyman bibe rêxweşker ji bo derxistina yasaya petrol û gazê di xula bê ya Encûmena Nûneran a Iraqê de.

 

Basnews

Top