• Tuesday, 03 February 2026
logo

Di daweta keça xwe de pirtûk wek diyarî pêşkeşî keça xwe ya bûk kir

Gulan Media October 21, 2025 Corane
Di daweta keça xwe de pirtûk wek diyarî pêşkeşî keça xwe ya bûk kir

Nivîskar Mamosta Yasîn Birahîm di roja daweta keça xwe de, hin pirtûk wek diyarî pêşkeşî keça xwe kir.

Vê derbarê de Mamosta Yasîn Birahîm got: ‘’Ji bo nasandin û heskirina li hember pirtûk û xwandinê di nav xelkê de pêşbikeve, min xwest daweta keça xwe bikim vesîleyek û vê derbarê de hinek cudatir bim. Di cîha ku ez gulan wek diyarî pêşkeş bikim, min pirtûkên di warê zewac û perwerde û pêşxistina aliyên mirovî û perwerdeya wê pêşkeşî keça xwe kirin.’’

Herwaha got: Peyama min ew bû ji bo keça min û herwaha ji bo xelkê jî, piştî temamkirina zanîngehê û destpêkirina proseya jiyana hevbeş û zewacê, zêdetir pêwîstî bi xwe avakirin û xwe bi bingehkirin û xwe ronahîkirin û rewşenbîriyê heye. Ew jî dikare bi rêya pirtûkan, bi awayekî xweşik pêkbê û baştir mirov dikare jiyanê têbigehe û bibe mirovekî jîr û baş û paqij û çalak û serkeftî.’’

 

Basnews

Top