• Tuesday, 03 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji bo piştgiriya Lîsteya 275 a PDKê, serdana Zaxoyê dike

Gulan Media October 21, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji bo piştgiriya Lîsteya 275 a PDKê, serdana Zaxoyê dike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, sibê roja Sêşemê serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dike, da ku beşdarî mitîngekî girseyî bibe ku ji bo piştgiriya Lîsteya 275an a PDKê bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê tê lidarxistin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Guhdar Şêxo, îro duşemê ji K24ê re ragihand: "Sibe Sêşemê, bi amadebûna Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî, kernevala cemawerî ya PDKê ji bo propagandeya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê dê birêve biçe."

Guhdar Şêxo herwiha bang li alîgir û endamên PDKê kir ku bi girseyî amadeyî kernevalê bibin û got, hemû amadekarî hatine kirin ji bo ku çalakî bi awayekî herî baş birêve biçe, ji ber ku Zaxo pêşwaziya "mêvanekî ezîz û taybet" dike.

Hate ragihandin ku kernevala cemawerî ya PDKê dê sibe li Yarîgeha Delal a Zaxoyê birêve biçe.

Ev serdan di demekê de ye, îro jî bi amadebûna Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê ahengeke mezin a piştgiriyê ji bo serxistina Lîsteya 275an a PDKê hatibû lidarxistin.

 

 

Basnews

Top