• Monday, 09 February 2026
logo

Rojavayê Kurdistanê: Lihevkirina aliyên siyasî nêzîk bûye

Rojavayê Kurdistanê: Lihevkirina aliyên siyasî nêzîk bûye
Hejmarek civîn bi serperiştiya Amerîka di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê birêve diçin û serkirdeyekî PDK-Sê jî dibêje, lehevkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê nêzîk bûye, herwiha dibêje, Serok Mesûd Barzanî roleke berçav dibîne di jihevnêzîkbûna navmala kurdî.

Dr. Kawa Azîzî Endamê Serkirdatiya PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihandiye: “Ev nêzîkî mehekê ye ku Amerîka ligel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dicive û danûstandinan dike ji bo ku em bighên rêkeftinekê. Hemû aliyên siyasî beşdarin di van danûstandinan de, ku Amerîka serperiştiya wan dike. Aliyên beşdar di danûstandinan de ENKS û PYD û QSD û partiyên nava ENKS û Hevpeymaniya Niştimanî ne. Mebest ji van danûstandinan, yekrêziya navmala Kurdî ye û em pêşwaziyê lê dikin.”

Azîzî wiha got: “Heya niha hejmareke civîn birêve çûne û ew civîn berdewam in. Bêguman projeya Amerîka heye li Sûriyê. Lihevkirina me nêzîk bûye.”

Derbarê rola Herêma Kurdistanê di yekîtiya aliyên Rojava de, Azîzî wiha got: “Serok Mesûd Barzanî wek lêveger û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşek in ji van danûstandinên niha de û Serok Barzanî roleke mezin di yekrêziya me de dibîne. Herêma Kurdistanê alîkariyeke mezin dide me ji bo ku em yekgirtî bin.”

Basnews
Top