• Friday, 06 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em li vir in ku bibêjin me sozek din bi cih aniye

Gulan Media October 20, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em li vir in ku bibêjin me sozek din bi cih aniye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya du alî ya Gomespan-Smaquli vekir û got: "Em li vir in ku bibêjin me sozek din bi cih aniye.

Îro 19.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêya du şerîdî ya Gomespan-Smaquli vekir û ragehand: "Piştî salek sozdayîna pêkanîna vê projeyê, em niha li vir in ku bibêjin me sozek din bi cih aniye, eger îradeyek xurt û welatparêzî û niştimanperweriyekî dilsozane hebe ti tiştek tine ku bê gotin ne pêkane."

Serokê Hikûmetê daxwaz ji hemû welatiyan û şofêran kir ku rêziknameyên trafîkê, rêziknameyên ku ji hêla Wezareta Navxwe û polîsên trafîkê ve hatine derxistin, bişopînin, hemû ji bo ewlehiya welatiyan, ji bo xwe û welatiyên din hewl bidin ku van rêziknameyan bicîhbînin.

Axaftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:

Em gelê Kurdistanê û we û xwe ji bo vê destkeftiya mezin, ji bo vê projeya ecêb ku bê guman dê xizmeta gelê Kurdistanê bike pîroz dikin.

Ez dixwazim Hemin Grup û Birêz Xalid Xoshnaw pîroz bikim ji bo ku careke din xemxuriya xwe û eleqeya xwe ji bo vî gelî îspat kirin û karibûn vê projeyê di demek pir kurt de bi awayê çêtirîn bicîh bînin.

Endezyar û hemû kesên ku di Şîrketa Hemin Grup de dixebitin bi şev û roj bi dilsozî li ser vê projeyê xebitîn ku hûn îro dibînin temam bûye.

Piştî salek soza pêkanîna vê projeyê, em niha li vir in ku bibêjin ku me sozek din bicîh aniye.

Tevî hemû krîz û pirsgirêkên ku ji bo Herêma Kurdistanê hatine afirandin, tevî hemû pirsgirêkên ku ji bo aboriya Kurdistanê û pêşkeftina Kurdistanê hatine afirandin, em niha li ber gelê Kurd, li ber tevahiya cîhanê radiwestin da ku ji wan re bêjin ku heke îradeyek xurt û welatparêziya dilsozane hebe, ti tiştek tine ku bê gotin ne pêkane. Ev destkeftî ew e ku... berhema xebata dijwar, têkoşîn û dilsoziya kurên vî welatî ye ku hûn niha dibînin.

Ez dixwazim careke din pîrozbahiyê li Hemin Grup û hemû gelê Kurdistanê bikim. Ez hêvî dikim ku ev proje di xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê de be, çi ewên seyahet bikin an jî ji bo armancên geştiyariyê serdana vê herêmê bikin.

Ev her du alî beşek ji projeyek mezintir in ku li Hewlêrê dest pê dike, lê ev beşa ku em niha ji bo wê amade ne, her du aliyên Smaqulî - Gomespan, ku ew jî li dora Bendava Gomespan dizivire. Ji aliyekî din ve dê rê xweşbike bo girêdana parêzgeha Hewlêrê ya bi parêzgeha Silêmaniyê û îdareya serbixwe ya Raperînê û asankariya hatûçûnê bo xelkê wan deveran ava bike. Ji aliyekî din ve jî asankariyê dê bike û alîkarbe ji bo kêmkirina bûyerên trafîkê, nemaze dema ku rê di vê astê de were çêkirin û bi vî rengî, bê guman, qezayên trafîkê dê kêm bibin. Bi taybet piştî çêkirina rêyan di vê astê de bêguman bûyerên trafîkê em dibînin ku li ser asta Herêma Kurdistanê jî gelek kêm bûne.

Ez ji hemû xwişk û birayên hêja, ji hemû welatiyên hêja dixwazim ku rêziknameyên trafîkê bişopînin. Talîmatên ku ji hêla Wezareta Navxwe û polîsê trafîkê ve hatine dayîn hemî ji bo ewlehiya welatiyan in. Hewl bidin ku van talîmatan ji bo xwe û welatiyên din bişopînin da ku hûn xwe û yên din biparêzin.

Daxwazek min a din ji hemû xwişk û birayên min ên hêja heye, Kurdistan welatekî xweşik e û projeyên weha bê guman wê xweşiktir bikin, lê gelek tişt li ser me mane ku em vê bedewiyê biparêzin û wê paqij bihêlin. Min gelek caran ji hemû xwişk û birayên xwe xwestiye ku jîngehê biparêzin û vî welatî paqij bihêlin. Kurdistan mala me ya mezin e. Erka me ye ku em vê malê biparêzin û wê xweşik bihêlin. Tevî van hemî bangan, em hîn jî dibînin ku mixabin hin kesên bêberpirsiyar guh nadin parastina jîngehê.

Careke din, ez hêvî dikim û ji wan dixwazim ku jîngehê biparêzin, û ez talîmatê didim aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku divê ew li dijî her kesê ku rêzê li axa me, jîngeha me, welatê me nagire, tedbîrên pêwîst bigirin. Hêvî dikim ku kes ji ber qirêjkirina jîngehê rastî qanûna cezayê neyê, her kes dê xwe berpirsiyar hîs bike, lê heke kesên ku rêzê li welatê me nagirin hebin, ne ji bo xwe, em ê neçar bimînin ku tedbîrên din bigirin.

Ev proje beşek ji projeyek mezintir e, master planeke giştî ya berfireh hatiye danîn da ku ev der bibe cihekî geştiyariyê yê girîng ku xelkê Hewlêrê û xelkê Kurdistanê jê sûd werbigirin. Xewna me jî ew e ku Kurdistan hemû bibe cîhekî ku hemû hemwelatiyên Kurdistanê jê mîfayê ango sûdê werbigrin. Hem ewên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, hemî li Iraq û li navçeyê bi awayekî giştî û derve ve kî tê û wan navçeyên geştyariyê yên xweşik ên Kurdistanê ku dibînin jê sûd bibînin. Hem xelkê vê deverê, hem jî yên derve ve tên bikarin ji aliyê geştyariyê ve û ji aliyê vejandina aboriyê ve sûdmend bin ji hatina geştyaran.

Gelek bernameyên me hene ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê li vê herêmê û li herêmên din, gelek projeyên me yên din hene û bi îzna Xwedê, ew ê di demek nêzîk de biqedin û hemî dê di xizmeta xelkê Kurdistanê de bin.

Ez careke din pîrozbahiyê li we dikim û bawer bikin, ez pir kêfxweş im ku dibînim projeyên weha yek bi yek têne temam kirin. Bi îzna Xwedê, Kurdistana me roj bi roj geştir bibe û hûn jî her sax û selametiyê de bimînin.

Gelek spas ji bo beşdarbûna we.

 

Basnews

Top