Serokê Hikûmetê û Balyozê Avusturalyayê pirsgirêkên Hewler û Bexdayê gotûbêj kirin
Roja 19.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Avusturalyayê li Iraqê Glenn Miles kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de hatin gotûbêj kirin.
Mijareke din a hevdîtinê taybet bû derbarê proseya hilbijartinên parlementoya Iraqê. Her du alî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan di rewşek aştiyane, demokratîk û bê tundûtûjî û dûr ji binpêkirinan hevfikir bûn.
Basnews
