Serokê Hikûmetê û Koordînatorê Balyozxaneya Swêdê çend mijarên girîng gotûbêj kirin
Serokê Hikûmetê pêşwazî li Koordînatorê Balyozxaneya Swêdê li Iraqê kir û di civînê de tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyan hate kirin û li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Kurdistan û hikûmeta federal de nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Îro 19.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoz Jurgen Lindstrom, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê kir. Di civînê de tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de di warên cûda de hat kirin.
Koordînatorê Balyozxaneya Swêdê pîrozbahî li Serokwezîr kir ji ber serkeftina reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cûda de.
Di beşek din a hevdîtinê de, nêrîn li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û peymanan, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinên parlamentoyê hatin gotûbêjkirin.
