Berbijêra PDKê li Silêmaniyê Eşwaq Caf: Armancên gelê Kurd tenê bi rêya nûnerên PDKê dikarin werin bidestxistin
Berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêşeroja Iraqê dibêje ku PDK dixwaze bi rêya şerê destûrî mafên gelê Kurd ji nû ve bi dest bixe.
Berbijêra jimare 1 a Silêmaniyê ser bi lîsteya 275 a PDKê Eşwaq Caf ji BasNewsê re got: "Hevbeşî, hevsengî û lihevkirin sê prensîbên sereke bûn ku di pêvajoyek siyasî de hatin afirandin û wekî stratejiyek ji bo danûstandina bi hikûmeta Iraqê re hatin danîn. Lê mixabin piştî ku hêzên erebên sunne û Şîe hêz û desthilat xistinn destê xwe û xwe bihêz kirin kar li ser wan dirûşm û prensîban nakin û naha hêza mezin dest kî de be ew bi bandor e. Ew jî wisa dike ku hevbeşiya yasayî bikeve bin givaş û fişara hêzekî ku li gel destûr û rêkeftinan hev nagre.’’
Herwaha got: "Hevbeşî û beşdarî nabe tenê ji ber hêza zêde bê pejirandin, divê hevbeş bin di biryardana ji bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî hêzek siyasî ya sereke li Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî ajandeyek berdewam e ku piştgirî û bicîhanîna qanûn, destûr, mafên neteweyî û çareserkirina pirsgirêka nedayîna budçeyê. Divê destûr, alîkarî û piştgiriya ji bo xwediyên erd û cotkaran li herêmên Kurdistanê bi piştgiriya qanûnî û darayî were dabîn kirin û herwaha em dê li ser mafên xizmên qurbaniyên sûcên kîmyewî, nemaze xelkê Helebçeyê, kar bikin.’’
Dr. Eşwaq Caf ragehand: "Bê guman, em tenê dikarin mafên Herêma Kurdistanê bi rêya destûr û bicîhanîna qanûnê bi dest bixin. Ev armanc tenê dikarin bi rêya nûnerên PDKê yên li parlamentoya Iraqê werin bidestxistin. PDK, hêza tevahiya Kurdistanê ye. Em ê di roja îro û pêşerojê de bi heman bêhn û bi heman armancê xizmet û xebata ji bo gel bidomînin."
Basnews
