• Thursday, 05 February 2026
logo

Komek çekdaran avêtin ser ofîsa berbijêrekî PDKê û ofîsa wî şewistandin

Gulan Media October 16, 2025 Nûçe
Komek çekdaran avêtin ser ofîsa berbijêrekî PDKê û ofîsa wî şewistandin

Îro 16.10.2025ê Komek çekdaran li bajarê Şingalê êrîşî ofîsa berbijêrê PDKê yê helbijartinên Parlamentoya Iraqê yê bazineya Nînowayê Mehma Xelîl kirin û ofîsa wî şewitandin.

Vê derbarê de Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de got ku bûyer piştî demjimêr 12ê şevê qewimî û sûcdaran wekî "hilgirên ramanên DAIŞê" bi nav kir û got ku wan poster û tabelayên ku ji bo taybet ê wî berbijêrî şewitandin.

Berbijêrê PDKê  kiryara tirsonek şermezar kir û got ku ev kiryar delîl e ku "komên terorîst ji kesên dilsoz ên herêma Şingalê hez nakin."

Herwaha ragehand; Karên waha di xizmetkirina xelkê Şingalê û xebata ji bo pêkhateyên olî, etnîkî û mezhebî yên cuda yên parêzgeha Nînowa de dê wî sar neke, berovajî wê dê wî rijd û qahîmtir û dijwartir bike.

Dawiyê de jî daxwaz li dezgehên ewlehiyê kir ku bûyerê lêkolîn bikin û kesên ku êrîşî ofîsa wî kirine radestî dadgehê bikin.

 

Basnews

Top