• Tuesday, 03 February 2026
logo

Dr. Hejar Ebdullah Husên, alîkarê ragirê kolîja zanistên mirovahî ya Zaxoyê: “Şûnwarên me çavkaniya yekem û girîngtirîn in ji bo nivîsandina dîroka Kurd a ku kêm hatiye nivîsandin.”

Gulan Media October 15, 2025 Raport
Dr. Hejar Ebdullah Husên, alîkarê ragirê kolîja zanistên mirovahî ya Zaxoyê: “Şûnwarên me çavkaniya yekem û girîngtirîn in ji bo nivîsandina dîroka Kurd a ku kêm hatiye nivîsandin.”

Şûnwar yekemîn û girîngtirîn çavkanî ne ji bo nivîsandina dîrokê, nasnameya her neteweyekî jî pêwîstiya wê bi şûnwarê heye, lê ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku dîroka Kurd bi awayekî kêm hatiye nivîsandin.

Bêyî şûnwar û nivîsarên kevnar, wek nivîsên li ser tabletên şûnwarî yên serdema Sumerî, Akadî û Aşûrî, ku dîroka wan ji pênc heta şeş hezar sal berî niha vedigere, nasnameya neteweyî ya Kurd rûbirûyî metirsiyê dibe. Şûnwar û mîrata me hebûna neteweya Kurd piştgirî dikin, wek wan belgeyên ku bi neteweyên wekî (Kardoxî, Gashî, Medî û Mîtanî) ve girêdayî ne, ku tişt û tabloyên xwe li dû xwe hiştine û agahiyên pir li ser dîroka rastîn a Kurd didin. Her wiha şûnwarên wekî Şikefta Şaneder û Xinis, ku bermahiyên mirovê Neandertal lê hatine dîtin û dîroka jiyanê li Kurdistanê vedigerînin nêzîkî 65 hezar sal berî niha, ev yek jî kevnarî û berdewamiya jiyanê li ser vê xakê îsbat dike.

Derbarê girîngiya siyasî ya şûnwaran de, em dibînin ku welatên wekî Almanya, Tirkiye û Awustralya girîngiyeke mezin didin belge û tabloyên xwe yên şûnwarî, ji ber ku evana bi rastî jî mijareke siyasî ya girîng in. Lewma divê berpirsên şûnwaran bi girîngiyeke mezin li parastina van deveran binêrin, ji ber ku gelek deverên din di bin erdê de mane û dikarin agahiyên nû û girîng derbarê dîroka Kurd eşkere bikin, ev yek jî nasnameya neteweyî ya Kurd xurttir dike. Niha geştyar ji welatên Ewropa û cîhanê serdana şûnwarên wekî Şikefta Şaneder, Xinis û Çar Stûn dikin. Lewma girîngîdan û eşkerekirina zêdetir a van şûnwaran dê bibe sedema kişandina hejmareke zêdetir a geştyaran. Eger em zêdetir bala xwe bidin kolandin û lêkolîna şûnwarên xwe, bê guman dê tiştên nû û girîng bên dîtin. Her wiha divê girîngî bi rola ragihandinê di nasandin û girîngîdana bi şûnwaran ji bo gel re bê dayîn, bi taybetî jî wan tiştên ku tên dîtin, divê bibin muzexaneyan da ku gel wan bibîne û dîroka xwe baştir nas bike.

Welatên wekî Tirkiye û Îtalya dibe ku %80 ji dahata xwe ya geştyarî bi şûnwarên kevnar ve girêbidin. Lewma Herêma Kurdistanê jî dikare bi heman awayî sûdê ji samanên xwe yên şûnwarî werbigire ji bo bidestxistina dahateke mezin a aborî. Ji bo vê armancê, divê hikûmet girîngiyê bide şûnwaran, budceyeke taybet ji bo kolandin û nûjenkirinê terxan bike û bi awayekî profesyonel di warê geştyariyê de kar li ser wan bike. Ji ber vê yekê, şûnwar ne tenê bingeha nasnameya neteweyî ya Kurd in, lê potansiyela wan a mezin jî heye ji bo pêşxistina aboriya welêt bi rêya geştyariyê, bi şertê ku girîngiya pêwîst ji wan re bê dayîn.

Wêneya Şikefta Şanederê:

Top