Serokê Hikûmetê pêşwazî li serokê Ajansa Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê Ajansa Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê di hevdîtinekî de behsa giringiya pêşxistina alîkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê kirin.
Îro 15.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Ajansa Îstixbarata Netewî ya Iraq a Federal Hemîd El-Şetrî, kir. Di civînê de rewşa giştî û ewlehiyê ya li Iraqê hate nîqaşkirin. Herwaha behsa giringiya pêşxistina alîkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ji bo parastina asayîş û seqamgiriyê hate kirin.
Di beşek din a gotûbêjan de, li ser amadekariyên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê nerîn hatin parvekirin, her du aliyan hêvî xwestin ku helbijartin bibe sedemê başkirina rewş û debara baş a hemwelatiyan û xizmetguzariyên giştî li Iraqê û çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal, li ser bingehê rêzgirtina li destûr û rêkeftinan.
Basnews
