• Tuesday, 03 February 2026
logo

Di hevdîtina Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê de tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka mûçe hat kirin

Gulan Media October 14, 2025 Nûçe
Di hevdîtina Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê de tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka mûçe hat kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir, di hevdîtinê de tekezî li ser parastin û rêzgirtina mafên destûrî û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, di çarçoveya pêbendbûna bi destûr û peymanan de hate kirin.

Îro 14.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sadiq kir. Di hevdîtinekê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî amade bû, tekezî li ser parastin û rêzgirtina mafên destûrî û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, di çarçoveya pêbendbûna bi destûr û peymanan de hat kirin.

Herdu alî hemfikir bûn ku divê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên gelê Kurd bi bingehîn were çareser kirin û divê pirsgirêk neyê siyasîkirin.

Her wiha bi giringî behsa peymana sêalî ya li ser ji nû ve destpêkirina petrolê li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku divê bibe xala destpêkê ji bo pejirandina qanûna petrol û gazê di rûniştina bê ya parlamentoyê de.

Di beşek din a civînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cûda de, bi taybetî temamkirina her du projeyan (Hejmara Min) û (Ronahî). Balyozê Brîtanî ji ber serkeftina reforman pîrozbahî li Serokwezîr kir.

Hilbijartinên parlementoyê yên pêşerojê û rewşa giştî ya li Iraq û herêmê mijarek din a nîqaşê bû.

 

Basnews

Top