Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Li Herêma Kurdistanê krîza sotemeniyê nîne
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyaniyekê de ragehand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi krîza sotemeniyê re rû bi rû nebûye. Hin kanal û rûpelên medyaya civakî mijara rastgoyî û profesyonelîzmê ji bo propagandaya medyayê bikar tînin û dixwazin bi belavkirina agahiyên xelet raya giştî şaş bikin.
Herwiha got: Di du hewldanan de, hevpeyvînek bi Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet re li ser kanala Ava News, bêyî ku çavkaniyê nîşan bide, gotar û sernavê gotara ku behsa wê hatiye kirin (krîza sotemeniyê li Herêma Kurdistanê) belav kiriye.
Herwaha amaje bi wê jî kiriye ku wezîrê çavkaniyên xwezayî tenê gotiye ku para herêmê kêm e û wezaret her hewlekê dide ku benzîn û sotemeniya bêtir dabîn bike û bi ti awayekî behsa krîza sotemeniyê nekiriye. Herçend wan behsa krîz û benzîn û sotemeniyê kiriye, di demekî de ku bi ti awayî Herêma Kurdistanê ti demî rastî krîza benzîn û sotemeniyê nebûye û nabe jî.
Basnews
