Pêşewa Hewramanî: Em li benda biryara şandina mûçeyê meha Tebaxê ne
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ew li benda şandina mûçeya meha Tebaxê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ne, ku li hember vê yekê ew amade ne ku 120 milyar dînar radestî Banka Navendî ya Iraqê bikin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji Kurdistan24 re ragehand: "Em amade ne ku 120 milyar dînar radestî Banka Navendî ya Iraqê li Hewlêrê bikin."
Di derbarê şandina mûçe de jî got: "Em li benda biryara hikûmeta Iraqê ne ku vê hefteyê li ser şandina mûçeyan biryar bide û em ê jî belav bikin."
Herwaha li ser lîsta mûçeye ya meha 9ê axivî û got: "Wezareta Darayî lîsteya mûçeyên meha Îlonê amade kiriye û ti kêmasî tune ne."
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê jî kiriye, ku tîma teknîkî ya Wezareta Darayî dê biçe Bexdayê da ku li ser mûçeyên meha Îlonê nîqaş bike.
Herwaha diyar kir ku Bexdayê mûçe neşandiye, ji ber vê yekê em di belavkirina mûçeyan de dereng mane, lê ew lez dikin ku bikaribin mûçeyan di zûtirîn dem de belav bikin û mîna Iraqê mûçeyan di wextê xwe de belav bikin.
Basnews
