• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî nefta spî tê belavkirin

Gulan Media October 13, 2025 Nûçe
Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî nefta spî tê belavkirin

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nefta spî li ser welatiyan tê belavkirin.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) ragihand: “Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya lijneyên birêvebiriyên xwe yên neft û kanzayan li parêzgeh û birêvebiriyên serbixwe, belavkirina nefta spî li ser welatiyan ji bo zivistana îsal (2025-2026) ragihand, ku dê ji bo her malbatekê 200 lîtrên neftê bên belavkirin.”

Wezaretê navbirî herwesa got: “Wekî pêngava yekê, belavkirina nefta spî li deverên çiyayî yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Dihokê û birêveberiyên serbixwe yên Soran, Raperîn, Germiyan û Zaxoyê dê bê destpêkirin.”

 

K24

Top