• Tuesday, 03 February 2026
logo

Berbijêra PDKê li Silêmaniyê Benaz Osman Ramazan: PDK qet serî li ber zextên dijminan netewandiye

Gulan Media October 13, 2025 Nûçe
Berbijêra PDKê li Silêmaniyê Benaz Osman Ramazan: PDK qet serî li ber zextên dijminan netewandiye

Berbijêra Lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê dibêje ku ew ê ji Bexdayê ji bo mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurd şer bikin û PDK dê bibe mertal ji bo parastina rûmeta Kurdistanê û bidestxistina baweriya gel.

Benaz Osman Ramazan ku keça fermandarê Pêşmerge Osman Ramazan û ku berbijêra jimare 5 a lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li navçeya Silêmaniyê ye, ji BasNewsê re got: "PDK xwediyê yekane ya Kurdistanê ye û erkê ser milê wê ye xizmetê ji Kurdistanê re bike. Kabîneya partiya me li hikûmetê xizmetekî mezin ji Kurdistanê re kir, herçend dijmênên me û nehezên Kurdistanê gelek pirsgirêk ji bo herêma me çêkirin û givaşekî mezin xistin ser partiya me jî, di encamê de PDKê xwe neçemand û serwer bû li ser hemû asteng û pirsgirêkên derxistin ser rêya wê.’’

Herwaha got: "Ger em li rabirdûya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) binêrin, em dibînin ku ew take partiye li Rojhilata Navîn di heyama çend salên borî de di desthilata Herêma Kurdistanê de ye û bi awyaekî demokratîk kariye dengekî mezin ê xelkê Kurdistanê bidest bîne û bibe yekem li ser asta Kurdistan û Iraqê û piraniya kursiyên parlamentoyê li helbijartinê bidest bîne. Ev yek jî nîşan dide ku dîroka xwe ya xebatê qut nekiriye û ew partiye dê vê yekê dubare bike ku bi dehan destanan tomar kiriye. Ji bo Kurdistanekî azad û serbixwe dûr ji hemû nexwaşiyekî ku berê xelkê Kurdistanê ji dest neyarên xwe kêşaye PDK dê wan astengiyan hemûyan derbas bike.’’

Berbijêra PDKê diyar kir: "Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê bi dirûşmeyên "hevkarî, hevsengî û lihevkirin" bikevin gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Iraqê. Em bi îrade û piştgiriya hilbijêran li benda serketinê ne. Vê carê gel dê ji her demê bêtir piştgiriyê bide PDKê ji ber ku ew dizanin ku ew ê di pratîkê de xizmeta gel bike û xwedî serok û karîzmayek mîna Serok Barzanî heye."

 

Basnews

Top