Herêma Kurdistanê dibe navnîşana pêkvejiyana olî li Rojhilata Navîn
Herêma Kurdistanê di pêngavên ber bi bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û netewî de berdewame û di vê çarçoveyê de di rojekî de Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê dêr û peymangehekî îslamî vekirin.
Îro 12.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serê sibê Dêra Umm al-Nûr li navçeya Ankawa vekir.
Di gotarekê de ku di dema vekirina dêrê de, Serokê Dêra Ortodoks a Suryanî li Herêma Kurdistanê, Mûsil û Kerkukê Metran ango Keşe Mar Nîkodemûs David Matthew Şeref got: Dema ku em ji Mûsilê hatin me êş û birînên xwe li gel xwe anîn. Lê dema me hevdîtin li gel Serok Barzanî pêkanî, bersiva me da û heta naha jî em jê têr nebûne û ji me re got, hûn li vê derê ne mêvanin û hûn li mala xwe ne. rewşa we rewşa me ye, em dê pêkve bijîn û pêkve jî bimrin.’’
Herwaha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmetek pîroz e ku erkê afirandina vê kadetralê bi her tiştî girtiye ser xwe. Piştgiriya hikûmetê ne tenê hebûn nîne, lê peyamek mirovî ye ku ji me re dibêje hûn ne bi tenê ne. Ew peyamek siyasî ye ku dibêje pêkvejiyan hêza me ye û peyamek giyanî û ruhî ye ku dibêje, ronahî qet venamire.’’
Di dawiyê de jî ragehand: "Ji me re dibêjin ku hûn bi hikûmet û serokatiyan re danûstandinan dikin, lê dema ku em hatin vir, rast e ku em hatin malên xwe, lê hikûmetê deriyên xwe ji me re vekir. Tenê li me nenêrîn, êşên me jî kêmkirin, ji bo wê divê em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin."
Ji aliyê xwe ve çalakvanekî civaka sivîl Rebwar Mihemed ji BasNewsê re ragehand tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare di rojekê de du çalakiyên cûda yên bi du olên cûda ve girêdayî li dar bixe, ku ya yekem vekirina dêrekî hatiye temamkirin û ya duyem jî danîna kevirê bingehîn û xîmê peymangeha El-Ezher û şahiya mezûnbûna peymangeha Pêşnimêj û Gotarxwînan li Hewlêrê bû.’’
Herwaha got: Di dîroka herêma ku em lê dijîn de, qet desthilatdariyeke siyasî wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tune ye ku rêzê li pêkvejiyana pêkhateyan bigire, berovajî wê desthilatdariyên siyasî her tim hewl dane ku li dijî hev bin. Ji bo wê jî çîroka her yek ji wan pêkhateyan tejî ye li karesat û bûyerên mezin. Lê Herêma Kurdistanê bûye navnîşana pêkvejiyana olî li Rojhilata Navîn.’’
Basnews
