• Tuesday, 03 February 2026
logo

PDK bi amadebûna Serok Barzanî dest bi kampanyaya hilbijartinan dike

Gulan Media October 12, 2025 Nûçe
PDK bi amadebûna Serok Barzanî dest bi kampanyaya hilbijartinan dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê, bi amadebûna Serok Barzanî û cîgirên wî, dest mezintirîn kampanyaya xwe ya hilbijartinan dike.

Kampanya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê li Hola Seid Ebdilayê bê lidarxistin û namzed û endamên Serkirdetî û Mekteba Siyasî ya wê partiyê dê tevlî wê bibin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêştir jî li roja Şemiyê (11ê Cotmeha 2025ê) li bajarê Kerkukê bi amadebûna bi hezaran evîndar û alîgirên xwe karnavaleke girseyî ji bo piştgiriya Lîsteya 275ê li dar xist.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkukê Hîwa Ehmed Mistefa di gotarekê de li nav wê karnavalê got: “Vê karnavalê hêza sivîl û bêçek, hêzeke xweragir û pirî manevî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Kerkuk û derdora wê nîşan dide.

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkukê tekez jî kir: “Ev karnaval hêza piştgiriyê ye ji bo gelê Kurdistanê û yekîtî, biratî û pêkvejiyana Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan.”

Biryar e ku hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê li roja 11.11.2025ê bên kirin, ku dê ji bo hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hilbijartineka biryardêr be.

Dengdêrên tevlîbûyî li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê

Hewlêr: Hejmara giştî ya kesên ku mafê dengdanê heye 1 milyon û 87 hezar û 880 kes e, ku 1 milyon û 2 hezar dengdêrên giştî û 85 hezar û 793 dengdêrên taybetî ne.

Silêmanî: Hejmara giştî ya kesên ku mafê dengdanê heye 1 milyon û 201 hezar û 846 kes e, ku 1 milyon û 119 hezar û 111 dengdêrên giştî û 82 hezar û 547 dengdêrên taybetî ne.

Dihok: Hejmara giştî ya kesên ku mafê dengdanê heye 778 hezar û 846 kes e, ku 722 hezar û 853 dengdêrên giştî û 55 hezar û 993 dengdêrên taybetî ne.

 

K24

Top