• Tuesday, 03 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Macaristanê kir

Gulan Media October 11, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Macaristanê kir

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê kir, herwesa piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên dualî jî anî ziman.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê Gregory Tevadar Takac kir.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên dualî jê re diyar kir.”

Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê jî ji aliyê xwe ve girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de di warên cuda cuda de, bi taybetî jî di warê bazirganiyê de, tekez kir.

 

Basnews

Top