Nêçîrvan Barzanî: Me bi Erdogan re li ser tevgerên xurtkirina hemahengiyan gotebêj kir
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Di çarçoveya hevdîtina min a bi Serokomarê Tirkiyê re, me behsa tevgerên xurtkirina hemahengiya me û pêşxistina aştî, tenahî û jiyanê li deverê kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 9.010.2025, li Enqera paytexta Tirkiyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê her îro li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye: "Ev civîna me di demeke pir guncayî de bû, ku me li ser pirsgirêkên deverê û herwesa têkiliyên stratejîk di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de nîqaş kirin."
Nêçîrvan Barzanî herwaha nivîsiye: "Di mijareke din a wê civînê de, me behsa tevgerên xurtkirina hemahengiya me û pêşxistina aştî, tenahî û jiyanê li deverê kir."
Basnews
