• Tuesday, 03 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê axivîn

Gulan Media October 8, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê axivîn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û hilbijartinên Îraqê” hatine gotûbêjkirin.

Her du aliyan bal kişandiye ser ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya siyasî ya welat û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ya bi rêya diyalog û lihevkirinê.

Wan her wiha mijarên wekî “paşeroja pêvajoya siyasî, hilbijartinên Îraqê û beşdariya hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê” jî nirxandine.

 

Rudaw

Top