Ebadî: Ji ber neşandina mûçeyan zilm li welatiyên Kurdistanê hatiye kirin
Serokê Hevpeymaniya Nesrê ragihand: “Peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de peymaneke baş e û herdu alî jî bi ser ketine.” Herwesa got, “Ji ber neşandina mûçeyan, zilm li welatiyên Herêma Kurdistanê dihat kirin.”
Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî îro sêşemê di konferanseke rojnamevanî de ji Kurdistan 24ê re ragehand.
Heyder Ebadî li ser peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: "Ev peymaneke baş e û me ew ji bo wê mijarê teşwîq kirine." Herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi îmzekirina wê peymanê bi ser ketine ji ber ku Herêma Kurdistanê petrolê dişîne û Bexda jî mûçeyan.”
Navbirî amaje jî da, “Pêştir ji ber neşandina mûçeyan, zilm li welatiyên Herêma Kurdistanê dihat kirin, ku ew jî welatiyên Iraqê ne, ji ber vê yekê jî nabe ku ew ji çavkaniyên Iraqê bêpar bimînin.”
Serokê Hevpeymaniya Nesrê eşkere jî kir, "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji min re got ku, Bexdayê dest bi sepandina bacên gumrikê kiriye, wekî ku li Bexdayê tê kirin. Bi îzna Xudê, ev pirsgirêk jî dê bê çareserkirin."
Basnews
