Serpereştyarê Merqedên Tewêle: Niştecihên Helebçeyê hêvî dikin ku Mesrûr Barzanî bajarê wan bigihîne qonaxeke zêrîn
Kesayetiyekî olî yê navdar li parêzgeha Helebçeyê û serpereştyarê giştî yê Xaneqa ango merqedên Tewêla û murşidê beşek ji mezheba Neqşîbendî, ku yek ji merqedên herî mezine li Helebçe, Silêmanî û herêmê û dibêje ku xelkê Helebçeyê hêviya wan ew e ku serokwezîr dê bajarê wan bigihîne serdemeke zêrîn.
Serpereştyarê giştî yê Xaneqa ango Merqeda Tewêle Şêx Elî Neqşîbendî ji BasNewsê re got: "Divê mirov rastîyê bibêje û vê rastiyê pêşkêş bike ku di dema kabîneya nehan de, gelek xizmet ji gelê Kurdistanê re hatiye kirin. Helebce bû yekem parêzgeha Iraqê ku elektrîka 24 demjimêran hebû. Ez tînim bîra xwe ku ji şerê Îran-Iraqê ve tu parêzgeha Iraqê elektrîka 24 demjimêran nebûye. Ev cara yekem e ku Kurdistan elektrîka 24 demjimêran heye. Helebçe di çêkirina sîloyan, pira Tuweqût, rêyan û kar kirina ciwanan de beşdar bûye. Duh jî şandeya Helebçeyê li Lijneya Wezîran bûn. Budçeyek taybetî ji bo bajêr ji nû ve hatiye veqetandin, herwaha 250 kes hatine tayînkirin. Em hêvî dikin ku Mesrûr Barzanî Helebçeyê bike bajarekî mînak wekî ku Zaxo kir. Ez dizanim ku xelkê Helebçeyê pir kêfxweş in û hêviyên xwe ji Mesrûr Barzanî hene ku hêviyek li gel Helebceyiyan çêbûye ku Serokwezîr dê bajar ber bi qonaxekî zêrîn ve bibe.’’
Herwaha got: "Me Xaneqeya Tewêle heye, ku yek ji cihên geştiyariyê yên olî ye û gelek xizmet aniye herêmê û cîhanê, ji ber ku mirov ji çar aliyên cîhanê serdana wê dikin. Me ji bo bermahiyên şêxên Neqşîbendî beşek vekiriye, ku tê de bermahiyên Pêxember (s.a.w.) û bermahiyên Hezreta Fatimê hene, ku heke bala wan were kişandin dê gelek geştiyar bikişînin."
Serpereştyarê Giştî yê Merqedên Tewêle got. "Van projeyan ji bo xelkê bajêr hêvî afirandine. Mînak, di hilbijartinên dawî yên li Tewêle de, PDK her gav dengên têr bi dest nexist û li pişt partiyên din bû. Lêbelê, PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de dengê duyemîn bi dest xist, ku ev yek jî xêza partiyê bilind kiriye. Mebesta me ew e ku PDK dê xwedî gel be ku xizmetê bike û dev ji vî bajarî bernede, bi hewldanên berdewam Helebçe dê bibe bajarekî mînak û dê bandorek mezintir li ser gel bike."
Basnews
