• Thursday, 05 February 2026
logo

Bijîşka navdar Şingalê Dr. Nexem Newzat li ser lîsteya PDKê berbijêra helbijartinên parlamentoyê ye

Gulan Media October 7, 2025 Nûçe
Bijîşka navdar Şingalê Dr. Nexem Newzat li ser lîsteya PDKê berbijêra helbijartinên parlamentoyê ye

 Namzeda jimare 47 di lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li parêzgeha Nînowa ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê, dibêje ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dengê rastîn ê gelê Kurd li parlamentoya Iraqê ye.

Dr. Nexem Newzat Hesen, berbijêra jimare 47 a lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye li parêzgeha Nînowa, yekem doktora jin a di lîsteya namzetên parlamentoya Iraqê de li parêzgeha Nînowa ye ye. Derveyî karê bijîşkî keseka çalak a kurd a Êzidî ye û berpirsa rêxistina ‘’Ana Alamel’’ e û bi salane rêvebera nexwaşxaneya giştî ya Şêxanê bûye.

Berbijêra jimare 47 li lîsteya 275emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Nînowa ji BasNewsê re got: "Me gelek hevdîtin bi rêberên cîhanê re li ser naskirin û veguhestina jenosîda Şingalê kirin. Naha ez berbijêrê helbijartinên parlamentoya Iraqê me ku di parlamentoyê de bikarim berevaniyê li xelkê Kurdistanê bikim û ti demekî li ser bidestxistina mafên xelkê xwe ez bêdeng nabim.’’

Dr. Nexem Newzad diyar kir: "Di sala 2014an de, dema ku terorîstên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, min dest bi dermankirina rizgarbûyên Êzîdî kir û têkiliyên min bi gelek rêberên cîhanê re hene, naha ez dixwazim bi van têkiliyan em karibin xizmeta civaka xwe li parlementoya Iraqê bikin, ku em bikarin li zêdetir mafên rizgarbûyên Êzidî bidest bînin û navçeyên Kurdistanê yên li sînorê madeya 140 em ji nû ve ava bikin. Piştevaniya jinên me bixwe ve em rê nadin zulm li wan bê kirin, ji bo wê jî bernameyekî me ya pir baş heye ji bo piştevaniya gelê me û li parlamentoyê jî em bikarin gav li ser wê bavêjin.’’

Herwaha got: "Bawerî û piştgiriya gel ji bo min girîng e. Ez soz didim ku ez ê di parlementoya Iraqê de deng û rengê gelê me bim û ez ê bi hemû hêza xwe bixebitim da ku bêyî cudahî li hemû herêman xizmeta wan bikim.’’

Namzedê jimare 47 li lîsteya 275emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêma Nînowa got: "Ez ê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û vegerandina jiyanê li hemû herêman ji bo bidestxistina wekheviyê bixebitim."

 

Basnews

Top