Merîwan Heme Elî Çeqjî, namzedê hejmara 35 ê lîsteya 275 a PDKê li Silêmaniyê: Tenê PDK dê bi zilma ku ji Bexdayê li xelkê Kurdistanê tê kirin re rûbirû bibe
Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê li bazneya Silêmaniyê, diyar dike ku PDK û Silêmanî li hevdu qut nebûne, bi taybetî jî di vê hilbijartinê de xelkê Silêmaniyê dê deng bide lîsta PDKê, ji ber ku dixwazin bajarê wan jî weke bajarên din bên xizmet kirin.
Namzedê hejmara 35 li ser lîsta 275 a PDKê Merîwan Heme Elî Çeqjî, li bazneya Silêmaniyê ji BasNewsê ragehand: “PDK xwedî îradeya gelê Kurdistanê ye, avedanî û pêşxistina Kurdistanê û berevanî li mafên xelkê Kurdistanê li Bexdayê bûye arasteyeke bi hêz ku xelkekî pir li Silêmaniyê berê xwe dane PDKê û tu hêzek nikare Silêmaniyê ji PDKê cuda bike, niha jî ji bo mafê rewa ê xelkê Kurdistanê, dê parlamentoya Iraqê bikin qada kar û tekoşînê.”
Herwaha ragehand: “Pirsgirêka navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê pêwistiya wan bi nûnertiyeke pir baş heye, Partiya Demokrat a Kurdistanê rijd karê sereke yê Xelkê Kurdistan û yekane hêviya çareserkirina wan pirsgirêkane, dengdana bi PDKê, dengdana bi aramî û mafê destûrî yên gelê me ye, hûn jî deng bidin kandînê hejmara 35 a li ser lîsta PDKê, bo ku ez bi enametî daxwaz û daxwazên neteweyî yên welatê xwe bikim”
Basnews
