Mizgînî ji bo Kurdan û Kurdistanê: CONIFAyê tîma Rojavayê Kurdistanê nas kir
Yekîtiya Federasyonên Serbixwe yên Futbolê (CONIFA) tîma neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî nas kir.
Tîma Rojavayê Kurdistanê dê bi vê yekê re karibe di şampiyoniyên pêşiya me de beşdarî pêşbirkan bibe.
Federasyonê di daxuyaniyeke fermî de qebûlkirina tîma Rojavayê Kurdistanê wekî endama nû ya CONIFAyê ragihand û got:
"CONIFA şanaziyê bi pêşkêşkirina yekî ji endamên xwe yên herî nû dike.
Em ji Hevgirtina Goga Pê ya Rojava (Rojava FA) re dibêjin tu bi xêr hatî nav malbata xwe ya cîhanî ya werziş û dostaniyê."
“Ev cara yekem e”
Berpirsê Ragihandinê yê Hevgirtina Goga Pê ya Rojava Cûdî Efrîn ji Rûdawê re ragihand:
"Ev cara yekem e di dîroka futbolê ya Rojavayê Kurdistanê de ku tîmek beşdarî şampiyoniyeke cîhanî dibe.
Hemû lîstikvanên me xelkê Rojavayê Kurdistanê ne ku li Diyasporayê dijîn û em dixwazin bi rêya beşdarbûna CONIFAyê asta bilind a futbolê ya Rojavayê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê bidin.
Di dema pêş de dê civîneke me ya fermî bi CONIFAyê re hebe da ku dê bi tevahî şêwaza beşdarbûna tîma Rojavayê Kurdistanê zelal bibe."
Cûdî Efrîn li ser vexwendina lîstikvanên ji nav Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî:
"Li gorî rewşa paşerojê ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, em dê li ser vexwendina lîstikvanan ji bajarên Rojavayê Kurdistanê jî kar bikin.
Lê di pêngava destpêkê de dê tenê lîstikvanên li Diyasporayê bilîzin."
Bi qebûlkirina tîma Rojavayê Kurdistanê re ew dibe duyemîn tîma Kurdistanê ku beşdarî pêşbirkên CONIFAyê dibe.
Tîma Herêma Kurdistanê berê çend caran beşdarî şampiyoniyê bûbû û sala 2012an jî bûbû şampiyon.
"Werziş zimanê aştî û azadiyê ye”
Li ser profîla tîma Rojavayê Kurdistanê ya li malpera CONIFAyê hatiye nivîsandin:
"Werziş zimanê aştî û azadiyê ye ji bo naskirina mirovan û çandên cihêreng ên cîhanê.
Wekî gelê Kurd em hewl didin bigihîjin armanc û planên girîng ên ku bi nirx û daxwazên me re li hev bikin.
Em ji aştî, dadperwerî û wekheviyê bawer dikin û hewl didin van nirxan di civakên xwe de pêk bînin.
Armanca me ya sereke bipêşxistina nasnameya çandî ya Kurd, parastin û bipêşxistina mîrata me ya çandî ya dewlemend û dadperwerî û wekhevî ye."
CONIFA ev çend sal in ku şampiyoniya tîmên li derveyî FIFAyê li dar dixe.
Biryar hatibû dayîn ku sala 2024an şampiyona cara duyemîn li Başûrê Kurdistanê be lê ji ber rewşa herêmê nehat lidarxistin.
Rudaw
