Di hevdîtina Serok Barzanî û Emar Hekîm de behsa astengî û pirsgirêkên nav proseya siyasî ya Iraqê hate kirin
Îro 07.10.2025ê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm û şandeya li gel kir.
Di hevdîtinê de bi baldarî rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê bi giştî hate gotûbêj kirin, herwaha behsa astengî û pirsgirêkên nav proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê hate kirin.
Helbijartinên Parlamentoya Iraqê jî mijareke din a wê hevdîtinê bûn.
