• Friday, 06 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hezaran salan xewna Sanherîb pêk tîne

Gulan Media October 7, 2025 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hezaran salan xewna Sanherîb pêk tîne

Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê xewna Qiral Sanherîb a bi hezaran sal berê pêk tîne ku kanalek avê li nêzîkî Hewlêrê ava bike û avê ji bo Hewlêrê garantî bike.

Qiral Sanherîb ê Sargonî, ku di sedsala heftemîn a berî zayînê de li herêmê hukum kir, berê gelek projeyên mezin hebûn, wek bendava Xinis, herwaha hewla wê yekê daye bi rêya projeyekî ya çend kanalan li navçeya Bastore ya bakur rojhilatê Hewlêrê ve avê bigehîne Hewlêrê.

Dîroknas bawer dikin ku Sanherîb hewl da ku bi anîna avê ser erdê ve, bo deverên nêzîkî Hewlêrê garantî bike ku xelkê Kela Hewlêrê di havînê de ji kêmbûna avê êş nekişînin. Ev xewn ji hezaran salan berê ve xewnek e, û dibe ku gelek hukumdarên din ji bilî Sanherîb heman xewn dîtibin.

Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev xewna hezar salî pêk aniye û bi çend awayan pirsgirêka avê li Hewlêrê çareser dike, nemaze bi rêya projeya dabînkirina avê ya awarte, ku her demjimêrekî de 20 hezar metrekup av dişîne Hewlêrê.

Di vê navberê de, du roj berê, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got: "Projeya Awarte ya Ava Hewlêrê dê meha bê biqede. Projeya duyemîn a gehandina li ber destê me ye. Av bêyî fîltrekirinê dikeve bajêr û li nêzî Xwaringeha Ebû Şehab tê fîltrekirin. Dibe ku bi temambûna projeya gehandina awarte ya ava Hewlêrê ve pêwîstiya me bi projeya duyem nemîne. Ji bo wê jî dê li nêzîk derdora Future City û Hewlêr a Nû û Şawês gol were çêkirin."

Herwaha aşkera kir plana wan ew e ku sê golan ava bikin: "Pêşî li Future City û Şawês, dû re jî ber bi Kornîş heta Meydana Mexmûr, goleke din dê hebe. Niha li ser sêwirandin û amadekirî tên kirin û karê dizayn û amadekarî tên kirin. Bi piştevaniya xwedê di demekî nêzîk de ew jî dê dest pê bike û beşek dibe ji dîmenê xweşikiya bajarê Hewlêrê û plana hikûmetê dê hebe ji bo rû bi rûbûna guhertinên avhewayê û karkirina li ser avakirina kemera keskayiyê.’’

Li gor dûvçûn BasNewsê, piştî temamkirina projeya awarte ya ji bo gihandina avê bo Hewlêrê, dê zêdetirî 1,000 bîrên avê li Hewlêrê werin girtin û ava binê erdê dê wekî sermayeyek neteweyî ji bo nifşên pêşerojê were hiştin.

Herwiha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyek din heye, ew jî Projeya Vegerandina Ava Hewlêrê ye, ku dê ava ku li bajêr tê bikaranîn paqij bike û dûv re jî ji bo avdana deverên kesk ên bajêr bikar bîne, ku ev yek dê Hewlêrê hîn kesktir û şiltir bike.

Pispor bawer dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi avakirina van golan li dora Hewlêrê, û her weha bi çareserkirina pirsgirêka avê ya li bajêr, xewna hezar sal berê ya padîşahên desthilatbûne li Hewlêrê pêk aniye.

Qral Senharîb, di salên 704 Berî Zayînê heta sala 681ê Berî Zayînê qralê împaratoriya Asûr bû û kurê Sargonê duyem e. 

 

Basnews

Top