• Wednesday, 04 February 2026
logo

ENKS’ê bersiva Şamê da: Paşguhkirina Newrozê, înkarkirina nasnameya gelê Kurd e

Gulan Media October 7, 2025 Nûçe
ENKS’ê bersiva Şamê da: Paşguhkirina Newrozê, înkarkirina nasnameya gelê Kurd e

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê, bi tundî biryarnameya Serokatiya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê şermezar kir, ku tê de Cejna Newrozê nehatiye naskirin. ENKSê ev pêngav weke paşguhkirina maf û nasnameya pêkhateyeke resen a Sûriyê û li dijî daxwazên Sûriyan a ji bo azadiyê binav kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 6.010.2025, di daxuyaniya xwe de tekez kir, Biryarnameya Serokatiyê Cejna Newrozê paşguh kiriye, tevî ku "rejîmên zordest û dîktator bi dehên salan nekarîn rê li ber pîrozkirina wê bigirin û gelê Kurd ji bo parastina nasnameya xwe û mafê pîrozkirina vê rojê karwanên şehîdan dane."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Newroz ne tenê cejna azadî û aştiyê ye, lê di heman demê de xwedî nirxeke niştimanî û mirovî ye ku di sala 2010an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve weke mîrateyeke mirovahiyê û sembola azadbûnê hatiye naskirin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê herwiha bal kişand ser wê yekê ku biryarnameyê cejnên weke Akîtû ya gelê Suryanî-Aşûrî û cejnên pêkhateya Êzidî jî paşguh kirine, ku ev yek dewlemendiya pirrengiya mirovî û şaristanî ya Sûriyê nîşan nade.

ENKSê ev pêngav di çarçoveya siyasî ya giştî de nirxand û da zanîn, ew di demekê de tê ku hilbijartinên "Meclisa Gel" bi awayekî ku li gorî armanca veguherîna siyasî nîne, tên lidarxistin û Daxuyaniya Destûrî jî pirrengiya Sûriyê û taybetmendiya gelê Kurd nîşan nade.

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê daxwaz kir ku "pêwîstiya niştimanî daxwaz dike ku careke din li vê biryarnameyê were nêrîn û cejnên hemû pêkhateyên Sûriyê tê de werin bicîkirin, da ku taybetmendî û girêdana wan a niştimanî nîşan bide."

Ev daxuyaniya ENKSê piştî wê yekê tê, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, biryarnameya hejmar (188) a sala 2025an derbarê betlaneyên fermî de derxist, lê Cejna Newrozê, ku cejna neteweyî ya gelê Kurd e, di nav de cih negirt. Vê yekê nerazîbûneke berfireh di nav çalakvan û siyasetmedarên Kurd û Sûrî de çêkir.

 

Basnews

 

Top