Serok Barzanî û Heyder Ebadî pêşhatên Siyasî yên Iraqê gotûbêj kirin
Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî kir.
Li gorî daxuyaniya Barageha Barzanî, di hevdîtinê de behsa pêşhat û guhertinên siyasî yên li Iraqê û navçeyê hate kirin. Herwiha, proseya hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê jî hate nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hevnêrîn bûn.
K24
