• Friday, 06 February 2026
logo

Arî Nanekelî: Ji ber rûbirûbûna guhertinên ku li herêmê de birêvene, divê PDK bihêz bimîne

Gulan Media October 6, 2025 Nûçe
Arî Nanekelî: Ji ber rûbirûbûna guhertinên ku li herêmê de birêvene, divê PDK bihêz bimîne

Endamekî Komîteya Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê amaje bi wê dike ku PDKe, berevaniyê li xelkê Kurdistanê dike û bûye asteng li ber neyarên Pêkhateya Kurdistanê, ji ber wê jî divê bi hêz bimînin û xelkê Kurdsitanê baweriya xwe pê bîne.

Endamê komîteya navendî yê PDKê Arî Nanekelî ji BasNewsê re ragehand: “Kevirê bingehîn ê proseya demokrasiyê li Kurdistanê, sala 1991 hat avêtin dema ku Serok Barzanî li Koyê daxwaz kir ku Herêma kurdistanê ji xebata rizgarî û şoreşgeriyê ve bo xebata îdarî û hilbijartinê ve biçe, li wur daxwaz kir ku hilbijartin bê kirin û berbi dewleteke sazûmanî ve biçin. PDK hilbijartin piştî hilbijartinê bi aramî û bi berçavgirtina rênimayîyên komisyonê danustandinê dike.”

Herwaha aşkera jî kiriye, “PDK vê care bi awayekî xurt ji bo hilbijartinê pêngav avêtiye, druşmên wê bo van  hilbijartinên giran, (Hevbeşî, hevsengî û avakirin)e, ev di armancên PDKê ve hatine. PDK xwedî dîrokeke dirêj e û di kabîneyên li pey hev de her tim partiyeke xizmet û berxwedanê bûye. Pêşketina Kurdistanê bi saya hewldanên PDKê yên ji bo birêvebirin û bicîhanîna polîtîkayên PDKê pêk hatiye. Ev jî minet nîne, belku erkê meye ku em xizmetê bikin.”

Herwaha dibêje, “Em wê wek mafekî xwe yê xwezayî dibînin û em bi serbilindî di nav gel de diçin û em bi serbilindî ji gel re dibêjin ku ji ber pêşketin û serfiraziya Kurdistanê û parastina mafên gelê Kurdistanê, dengê xwe bidin PDKê."

 

Basnews

Top