• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê, ji ber dawî hatina erkê wî pêşwazî li Konsulê Komara Çek kir

Gulan Media October 6, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê, ji ber dawî hatina erkê wî pêşwazî li Konsulê Komara Çek kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çek kir, herwesa ji ber bidawîhatina erkê wî û ji bo xebata wî ya ji bo xurtkirina têkiliyên dualî jî spasiya wî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 06.10.2025ê ji ber bidawîhatina erkê wî li Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çek Karel Kortanek kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo xebata wî ya ji bo xurtkirina têkiliyên dualî spasiya wî kir û ji bo erkê wî yê bê jî serkeftin jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Çek jî rêz û hurmetên xwe ji bo alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi konsulxaneya welatê wî re anîn ziman.

 

 

Top