• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî bi boneya Cejna Cemayê peyamek pîrozbahiyê ji bo Kurdên Êzidî belav kir

Gulan Media October 6, 2025 Nûçe
Serok Barzanî bi boneya Cejna Cemayê peyamek pîrozbahiyê ji bo Kurdên Êzidî  belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê peyamekî pîrozbahiyê belav kir.

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo Cejna Cemayê ji bo xwişk û birayên Êzidî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya Cejna Cemayê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li hemû Êzidiyên li Kurdistan û cîhanê dikim.

Êzidî beşek xoşdivî û neveqetyayî yê gelê Kurdistanê ne. Piştî wan hemû nexwaşî û zehmetiyên li ser xwîşk û birayên me yên Êzidî da hatin û piştî wê rewşa ne yasayî û ne asayî ya bi salan li serê Şingal û deverên wan de hatine sepandin, ku ev yek cîhê nîgeraniya me ye, lê bi bawerî û berxwedanekî mezin a Kurdên Êzidî, cejn û boneyên xwe yên olî bi aramî û azadî birêve dibin.

Bi vê boneyê rijdbûnê xwe diyar dikim ku erkê hemû aliyane kar bikin ji bo parastin û bihêzkirina çand û ferhenga pêkvejiyan û yekrêziya di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî

06.10.2025.

 

Basnews

Top