• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li parêzgeheke Iraqê xwepêşandane û xwepêşander gefa boykotkirina lîsta Sûdanî dixwen

Gulan Media October 6, 2025 Nûçe
Li parêzgeheke Iraqê xwepêşandane û xwepêşander gefa boykotkirina lîsta Sûdanî dixwen

Hejmareke mezin ji cotkaran li bajarê Dîwaniye yê başûrê Iraqê dest bi xwepêşandanan kirine û gef xwarine ku lîsteya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî boykot bikin.

Beşek ji cotkarên li bajêr bi amadebûna Hesen Dîwan Şîblawî, Serokê Hemahengiya Cotkarên Dîwaniye, di xwepêşandanê de amade bûn û xwepêşanderan gotin ku ew ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine bîr kirin û pirsgirêkên wan ên zeviyan çareser nekirine.

Xwepêşanderan herwaha gotine ku ew ê heta 10ê Cotmehê li bendê bin ku Sûdanî pirsgirêkên wan çareser bike, an na ew ê dengê xwe nedin lîsteya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ya ku ji bo 11ê Mijdara 2025’an hatiye plankirin ku birêve biçe.

Herwaha aşkera kirine: "Em ê bê guman tekez dikin ku heke Sûdanî di çend rojên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêkên me neyê ser xetê, em ê dengê xwe nedin wî."

 

Basnews

Top